Li Efrînê cenazeyên 3 şehîdan bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Efrînê bi merasîmeke heybet cenazeyên 3 şehîdan ên di demên cuda de li Bakurê Sûriyeyê şehîd bibin, veşartin.
Bi sedan welatiyên Efrînê bi merasîmeke heybet cenazeyên 3 şehîdan ên di demên cuda de li Bakurê Sûriyeyê şehîd bibin, veşartin.
Bi sedan welatiyên kantona Efrînê cenazeyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel Semîr Meemo (Bahoz Efrîn) ê ku di 20’ê Îlonê de di pevçûnên li hemberî êrîşa çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser herêma Efrînê, cenazeyê şervanê Artêşa Şoreşgeran Mihemed El-Birok ç ku 16’ê Îlonê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de û endamê hêzên Asayîşê Hesen Hemgulo yê ku di encama kirîza dil de 19’ê Îlonê li Efrînê şehîd bibûn, li Goristana şehîd Refîq a gundê Metîna û goristana gundê Meryemînê yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê, veşartin.
Di merasîmê de nûnerên hemû saziyên sivîl ên herêma Efrînê û bi sedan welatî û rêveberên YPG’ê û YPJ’ê, hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran amade bûn.
Welatiyan di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û wêneyên şehîdan û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) bilind kirin.
Di destpêka merasîmê de piştî ku welatiyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Avrînê ya bajarê Efrînê wergirtin bi karwanekî heybet ku di nava kolanên bajarê Efrînê re geriya, berê xwe dan Goristana şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya kantona Efrînê.
Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt Goristana şehîd Refîq, şervanên YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê bi deqeyek rêzgirtinê merasîmek leşkerî lidar xistin. Piştre Serokê Desteya Karûbarên Hundirîn Hesen Beyrem û Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Di axaftinan de behsa rola mezin a şehîdan di azadiya gelan de û parastina gelên herêmê ji mîtîngerî û koletiyê kirin û diyar kir ku fedekariya şehîdan ji bo aştî û aramiya welat bû.
Di dawiya axaftinan de bang li welatiyên herêmê hate kirin ku rêya şehîdan a ber bi Sûriyeke azad û federaliya demokratîk ve bişopînin.
Piştre nasnameya şehadeta hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Hesen Hemgulo û cenazeyê şehîdê YPG’ê Bahoz Efrînê bi tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana şehîd Refîq hatin veşartin.
Her wiha cenazeyê şehîdê Artêşa Şoreşgeran Mihemed El-Birok li goristana gundê Meryemînê ya heman navçeyê li ser daxwaza malbata şehîd hate veşartin.