Li Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm hate veşartin

Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Seydo Îbrahîm (Mezlûm Îbrahîm) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm Îbrahîm ku dema li ser erka xwe di 4’ê Çile de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve bi rê ketin.

Darbesta şehîd li goristanê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeyên dilsoziya şehîdan re hate pêşwazî kirin. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ehmed Ebdo û ji fermandarên YPG‘ê ya herêma Racoyê Rojhat Efrînê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji mala şehîd re hate xwestin û berxwedana şervanan hate silavkirin.  Axaftvanan banga mezinkirina têkoşînê kirin û soza şopandina xeta wan nû kirin.

Nasnameya şehîd ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Emîra Hemû ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Mezlûm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.