Li Efrînê bi dehan sivîlên din hatin revandin!

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete di nava du rojan de li Efrînê bi dehan sivîlên din revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di nava du rojên dawî de li gundên Enqelê û Merwaniyê yên navçeya Şiyê ya Efrînê bi dehan sivîl revandin.

Ji kesên hatine revandin navê çend kesan wiha ne: Arif Mihemed, Abdo, Azad Kemal, Kemal Mihemd Abdo û Abdo ku ji gundê Enqelê ne û Xelîl Henan, Hanî Abdo Sîdo, Heysem Menan Bakîr ji gundê Merwaniyê ne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristanên derdora gundê Kaxrê jî şewitandin.