Li Efrînê 74 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê li gelek herêmên Efrînê li dijî leşker û çeteyên Tirk çalakî lidarxist. Di encama çalakiyan de 74 leşker û çteyên Tirk hatin kuştin bi dehan çete û leşker jî birîndar bûn.

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê du meh li pey xwe hişt. Şervanên YPG/YPJ'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên serkeftî lidardixin.

NAVENDA EFRÎN: Duh di saetên êvarê de dema ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker malên gelê Efrînê talan dikirin, şervanên YPG/YPJʹê li dijî wan çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de  16 leşkerên û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, roja Sêşemê di çalakiya li navendê hate lidarxistin de herî kêm 9 leşker û çete hatin kuştin, 9 leşker û çete jî birîndar bûn.

CINDIRÊS: Îro di saetên serê sibehê de jî, şervanan li dijî noqteyên dagirkeran ên li ser riya Cindirêsê jî çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî 28 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û erebeyeke zirxî ya dagirkeran hat îmhakirin.

BILBIL-RACO: Şervanan her wiha çalakiyek di ketina navçeya Bilbilê, çalakiyek jî li ser rêya Racoyê pêk anîn. Di van çalakiyan de jî 21 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, hejmareke zêde jî birîndar bûn.

ŞÊREWA: Di van kêliyan de jî li ser rêya di navbera gundên Meydankê û Meşalê yê Şêrewa de şerekî dijwar di navbera şervanan û artêşa dagirker de heye.