Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dagirkeran li Şêrawa 60 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 2 roj an de li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 60 sivîl revandin ku yek ji wan jin e.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El Şam û Furqet El-Hemzat vê sibê li gundê Kurzêlê yê navçeya Şerawa 50 sivîl revandin. Li aliyê din çeteyan li gund mal û milkên sivîlan hatin talankirin.

Navê hinek sivîlên hatine revandin wiha ne ; Ferhat Hemkaro (25), Mazlum Qicê (25), Hisên Qicê (20), Zeki Hemkaro, Nuri Hecî (45), Mihemed Şamî (55) ve Sibhî Setaf (60)

Diyar bû çeteyan dema sivîl revandin êşkence li wan kirin e û ji malbatan daxwaza fîdyeyê dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din jî li heman gundî 10 kes revandîbûn ku yek ji wan jin e.