Li Efrînê 6 kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê yê Şêrawa 6 kesên din revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê yê Şêrawa 6 kesên din revandin.
Çeteyên "Feyleq El Şam'' yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Biyê yê navçeya Şêrawayê, di nav de jin jî bi giştî 6 welatiyên din ê bi navê Mehmûd Derwîş, Zeyneb Elûş, Hemîde Cûma, Ferîd Şewqî, Xerîb Mistefa û nasnameya yê din nehat zanîn hatin revandin.
Nehat zanîn ku kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin birine ku derê.