Li Efrînê 6 kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê yek jê jin bi giştî 6 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê yek jê jin bi giştî 6 kes revandin.
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirin û wêrankirina xwezayê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Efrînê dane, îstîxbarata dweleta Tirk û çeteyên "Polîsên Leşkerî", 17'ê Sibatê, li taxa Efrîn a kevin welatiyê bi navê Mihemed Efrem (38) ê ji eşîra Umeyrat ji mala wî revand.
Çavkaniyekî din diyar kir ku îstîxbarata dewleta Tirk 11'ê Sibatê welatiyê bi navê Mihemed Çavreş (Bavê Mehmûd) ê 57 sal ji gundê Çiyê yê navçeya Raco revand. Li gorî çavkaniyan, Ebû Mehmûd di dikaneke xwarinê li taxa Eşrefiyê de dixebite û bi tawana ku nobede parastinê dike hate revandin.
Li aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Hesen Xelîl (34) ji mala wî ya li gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê revand û wî sewqî girtîgeha Marata ya navendî kir.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî din dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî "yên girêdayî deweta Tirk a dagirker girtin ser gundê Dêr Sewan ê navçeya Şerayê û jina bi navê Muna El-Mukewim û her du kurên wê Ebdulhadî Henîf Tobal û Mihemed Henîf Tobal revandin û birin cihekî ne diyar.
QETLÎAMA DARAN
Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên "Emşat" yê girêdayî îstîxbarata Tirk li gundê Kaxra yê navçeya Mabatayê 200 darên zeytûnan revandin.
Dagirkeran darên ku dibirin li sûkan herêmî û yên derdora kantona Efrînê difoşin.