Li Efrînê 5 sivîlên din hatin revandin

Arteşa Tirk û çeteyên wê li navenda Efrînê û navçeya Bilbilê 5 sivîl revandin. Êşkence jî li Efrîniyan kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên bi navê Lûceyîn Camî û bavê wê Mihemed Camî yên ji şêniyên Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyên Sultan Mûrad ên girêdayî MÎT a Tirkiyê 3 ciwan ji navçeyê revandin, bi awayekî hovane êşkence li wan kirin, li beramberî berdana wan pere xwestin û paşê ew neçar kir ku ji malên xwe derkevin.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin wiha ye: Abdullrehman Cemîl Mihemed, Dilbirîn Mihemed Birîmo û Hemze Reşîd Hisên.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 20 rojan de herî kêm 300 sivîl ji Efrînê revandine.