Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Li navçeya Şiyê ya Efrînê sê welatî bi navê Ezîz Siwêdan, Henan Damercî û Hisên Ebdo ji liyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.
Li navçeya Şiyê ya Efrînê sê welatî bi navê Ezîz Siwêdan, Henan Damercî û Hisên Ebdo ji liyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.
Çeteyên xwe wek "Polîsên Sivîl" bi nav dikin yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkiçê û Merwaniya Jêrîn ên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê 3 welatî revandin.
Hat zanîn ku kesên hatine revandin Ezîz Siwêdan (40), Henan Damercî (35) ji gundê Merwaniya Jêrîn in û Hisên Ebdo Tona (60) ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê yê ye.
Her wiha hat diyarkirin ku kesên hatine revandin sewqî baregeha çeteyan a li navçeya Cindirêsê hatin kirin û çarenûsa wan ne diyar e.