Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiya şervanên wan de, ya li navçeya Mabata ya Efrînê 2 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, çalakiyên hêzên wan yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

YPG’ê got; “Roja 7’ê Îlonê li herêma gundê Omera ya navçeya Mabeta ya Efrînê yekîneyeke me li dijî komûnekî çeteyên koma Cebhet El-Şamiye çalakiyek bi bandor lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”