Li Efrînê 14 sivîlên din hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li gundê Îska yê Efrînê 14 sivîlên din revandin.

Çeteyên Feyleq El Şam ê ser bi dewleta Tirk ve li gundê Îska yê ser bi navenda Efrînê ve 14 sivîl jî revandin ku jin jî di nav de hene.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku navê sivîlên hatine revandin wiha ne:

"Mihmed Elî Osman (24), Hesen Îbo Îbiş (50), Bekir Nûrî Berekat (30), Selha Nûrî Selha (40), Fadil Ebdulrehman (30), Welîd Hayder Mamo (45), Mesûd Îbrahîm Mamo (40), Ednan Omer Îbo (56), Cemal Mihmed Alo (35), Ehmed Macid Remo (35), Hesen Samî Bazur (23), Binevş Omer Îbiş (50), Esûm Omer Îbiş (50), Bişûr Sibhî (30)."