Li Efrîn û Ezazê 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çalakî pêk anî û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî didomin.

HRE’yê ev agahî parve kir.

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li herêma Efrînê û derdora wê, hêzên me bi 3 çalakiyên cuda derbên giran li çete û artêşa dagirker xistin li herêma Ezaz û navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di vê çarçoveyê de;

Di 7’ê Gulanê de hêzên me erebeyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê El-Cebha El-Şamiyê li derdora gundê Kil Cibrîn ê girêdayî herêma Ezazê armanc girt, di encamê de 3 çete birîndar bûn û erebe hat rûxandin.

Di 9’ê Gulanê de, hêzên me noqteyeke leşkerî ya leşkerên Tirk li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa ku heremên sivîlan ê li gundên Soxanek û Aqîbê bi çekên giran topbaran dikirin, kir armanc, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, her wiha erebeyeke leşkerî jî derb xwar.

Di 9 Gulanê de hêzên me alaveke çeteyan a kolandina xendekan ku karê avakirina dîwar li derdora gundê Kîmarê dikir, kir armanc. Di encamê de ew wesayît hat rûxandin û 3 çeteyên koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat hatin kuştin.”