Li  Efrîn û Şehbayê 3 çete hatin kuştin

Çeteyên Ehrar El Şam êrîş aîn ser gundê Iska yê navçeya Şerawa. Şervanên YPG/YPJ’ê tund bersiv dan û di bersivdanê de 3 çete hatin kuştin.

Şervanên YPG/YPJʹê besiva êrîşa çeteyên Ehrar El-Şam a li dijî gundê Îska ya navçeya Şêrawa dan, di encamê de 3 çeteyên êrîşkar hatin kuştin. Li Şehbayê jî şervanên Artêşa Şoreşgeran jî bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gunên rizgarkirî yên Şahabayê dan.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku çeteyên Artêşa Tirk şevê din êrîşên hemwext anîn ser gundê Îska ya navçeya Şêrawa û gundên Şehbayê yên hatine rizgarkirin. Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Ehrar El-Şam êrîşî gundê Îska kirin, şervanên YPG/YPJʹê jî bersiva êrîşan da û şer derket. Di encama şer de 3 çeteyên Ehrar El-Şam hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Hiseya, Semoqa, Oolsrûc û Til Şeîr ên herêmên Şehbayê kirin. Çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran, hawan û fûza bikar anîn. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşê dan.

Piştî şerê ku çend saetan dewam kir, çeteyan vê carê jî êrîşî gundên Herbel û Til Medîq kirin, li vir jî şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva dan û şer derket.

Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker di 19ʹê Gulanê de êrîşî gundên Îska ya navçeya Şêrawa kirin. Hêzên YPGʹê bersiv dan û şer derket. Di encamê de şervanan êrîşa çeteyan têk bibirin, di wî şerî de 3 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, her wiha gelek çek û cebilxane jî destserkirin.