Li Efrîn çalakiya sabotajê: 7 dagirker hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li dijî arêtşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker çalakiyeke ya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 2 jê leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin, 6 dagiker jî birîndar bûn.

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dom dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên navenda Efrînê hate girtin, şervanên YPG/YPJ’ê vê sibê li navenda Eefrînê li taxa Kevin a Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 jê leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin, 6 dagirker jî birîndar bûne.

Çavkaniyê ragihand ku çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê tirs û xof xistiye dilê leşkerên Tirk û çeteyê wê, leşkerên Tirk û çeteyên wê ji dûr ve guleyan li cihên sivîlan dibarîne û didin ber topan.