Li Efrîn, Şehba, Til Temir û Minbicê bombardûmana giran

Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Minbic û Til Temirê barand. Di nava 24 saetên dawî de bi sedan carî bombe li kantonên Şehba û Efrînê jî barand.

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê û vir ve êrîşeke giran dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi dema herêmî saet di 11:20'î de gundên Cat û Masî yên Minbicê bi obusan hatin bombekirin.

Li heman herêmê her wiha balafirên keşfê jî digerin.

Bi dema herêmî saet di 10:30'î de gundê Gozeliyê yê Til Temirê bi hawan û topan hate bombekirin.

Dagirkeran di nava 24 saetên dawî de êrîşeke giran li ser Şehba û Efrînê kirin.

Navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê, her wiha gundên ser bi Şehbayê heta vê sibehê herî kêm bi 545 caran bi tank, obus û tankan hatin bombekirin. Di dema bombardûmanê de gelek balafirên şer jî li ser herêmê firiyan.

Li gorî agahiyan, gundên Şewarqa, Merenaz, Alqemiyê, Tatmeraş, Malikiyê, Merenazê û Tinibê yên Şerayê hatin bombekirin.

Li Tinibê di êrîşê de leşkerekî Şamê jiyana xwe ji dest da.

Li Şêrawayê gundên Meyasê, Bênê, Hirşê Soxanekê, Aqîbê, Navber Aqîbê  û Ziyaretê heta sibehê hatin bombekirin.

Li herêma Şehbayê jî gundên Zîwan, Xirbet El Şeaalê, Ayn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Werdiyê û Til Madîqê hatin bombekirin.