Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
"Dewleta Tirk a dagirker piştî komujiya ku şeva yekşemê li gundê Berxbotanê li dijî malbatekê pêk anîbû ku di encamê de jin û zarok di nav de, 9 kes şehîd bûn û du kesên din bi giranî birîndar bûn, êrîşên xwe yên dijminane li ser herêmên cuda berdewam kirin. Hêzên me ku bi çalakiyan bersiva komkujî û êrîşan dan, li baregeh û kozikên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist.”
Di daxuyaniyê de ev hûrgûlî jî hatin dayîn:
“Eniya Qereqozaxê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh (duşem) gelek caran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, xaçerêya Sirînê û girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Deverên navborî bi zêdetirî 80 guleyan hatin hedefkirin û di encamê de zirarên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.
Şervanên me ku bersiva komkujiya li gundewarê Kobanê û êrîşên din da, çalakiyek li baregehên dagirker û çeteyan ên li eniya rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xist. Di encamê de zirarên mezin lê bûn; lê hejmara kuştî û birîndarên çete û dagirkeran nehat tesbîtkirin. Piştî vê çalakiyê, şervanên me li eniya başûrê rojavayê pirê çalakiyeke din li dar xist. Di çalakiyê de cîhazek û qaîdeya radarê ya dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin û zirarên mezin li baregehê bûn. Her wiha kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Dagirker û çeteyan ji wan baregehan êrîşî gundên derdora pirê dikir ku di encamê de sivîl şehîd dibûn û zirar li mal û milkên wan dibûn.
Hemwextî çalakiyên bejahî, Yekîneyên Şehîd Harûn 4 çalakiyên hewayî yên serketî li dijî nuqte û kombûnên dagirker û çeteyan kirin. Di encama her çar çalakiyan de derb li nuqte û kozikên çete û dagirkeran hatin xistin. Lê agahiyên der barê windahiyên çete û dagirkeran de nehatin zanîn.
Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran êrîşên xwe li ser derdora bendavê berdewam kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di saetên destpêkê yên sibehê de, çeteyan êrîşî nuqteyên hêzên me yên li gundewarên bakurê bendavê kir. Hêzên me jî li dijî kombûnên wan çalakiyek li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn. Hêzên me li gundewarên başûrê bendavê çalakiyeke din li dijî kombûna çeteyan li dar xist û hin çete birîndar kirin, lê hejmara wan nehat zanîn.
Eniya Eyn Îsayê; dagirker û çeteyan careke din bi obîsên giran li gundê Bîr Ereb malên şêniyan kirin armanc. Di saetên piştî nîvro de jî, gundê Ebû Sira bi obîsên giran bi dijwarî hat topbarankirin. Di encama topbaranê de zerar li mal û milên şêniyan bû. Çeteyên dagirkeriyê hewl da ji aniyê gundê Bîr Ereb ê bakurê Eyn Îsayê êrîşî hêzên me bikin, şervanên me bi çalakiyekê êrîş têk bir. Encamên çalakiyê nehatin zanîn.
Balafirên bêmirov ên dagirkeran di tevahiya rojê de li ser Eyn Îsa û Kobanê geriyan."