Li dijî êrîşên kîmyewî li Eyn Îsayê meşek hate kirin
Li Eyn Îsayê bi sedan kes li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike, meşiyan. Çalakvanan êrîşên li ser gerîlayan şermezar kirin.
Li Eyn Îsayê bi sedan kes li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike, meşiyan. Çalakvanan êrîşên li ser gerîlayan şermezar kirin.
Xwepêşandan li ser bangewaziya Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî ji çerxerêya Dîgan ê başûrê navçeya Eyn Îsayê dest pê kir li Çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê.
Xwepêşandêran dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana QSD”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Na ji bêdengiya navneteweyî re” berz kirin.
Di mîtinga li çerxerêya şehîd Cûdî de li dar ketiye, berdevkê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî Mecid Husam axivî û got “Em vê kiryara tirsnak û derexlaqî şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî li hember vê sûcê şermezar dikin û bêdengiya wan îspat diek ku ew şirîkê dewleta Tirk in.”
Husam bang li hemû gelên herêmê kir ku bibin yek û piştgiriya berxwedana gerîla û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.
Her wiha hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Eyn Îsayê Sebrî Nebo jî diyar kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li djiî şervanên azadiyê ne nû ne.
Nebo diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî, îdiayên wê yên tevgerkirina li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina bikaranîna van çekan, derew derdixe.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.