Li Dêrîkê şehîd hatin bibîranîn

93 şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê bi merasîmekî li bajarê Dêrik yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, merasîmê bîranîna 93 cangoriyên azadiyê yên mehên Adar, Nîsan û Gulanê li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, PYD, Kongra Star û malbatên şehîdan li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de sinevîzyoneke bi wêneyên 93 şehîdan hate pêşandan û nasnameyên şehîdan hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.