Li Dêrikê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir

Li Derikê 154 kes li dijî tecrîdê û ji bo desteka li Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev 34 roj in Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalah di zîndana Îmralî de, ketiye greva birçîbûnê. Şêniyên Rojava jî piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê.

Piştî ku grevên birçîbûnê li Qamişlo, Çelaxa û Girkê Legê yên ku ji aliyê Kongreya Star û PYD`ê ve hatibûn organîzekirin bidawî bûn, îro pêkhateyên Dêrîkê û navçeyên wê konê greva birçîbûnê ku wê du rojan dewam bike, vekirin.

Konê çalakiyê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrîkê hate vedan. Kon bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Leyla Guven û şehîdan û alên Kurdî hatibû xemlandin.

Seat 8:00 sibehê şêniyan dest bi greva birçîbûnê  kirin, ku 100 jê jin 154 kes ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Sûryan beşdarî grevê bûne. Kesên ku greva dest bi greva  birçîbûnê kirine, cilên spî ku sembola aştiyê ye li xwe kirine.

Endama kordînasyona giştî ya Kongreya Star li Rojava Hediye Şemo di destpêka çalakiyê de axivî û got:"Em  Kongreya Star tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin. Her wiha bi tundî kiryarên Tirkiyê û destgîrkirina Parlamenter û çalakvanên siyasî şermezar dikin."

Hediye diyar kir ku wê çalakiyên wan heta ku tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe û siyasetmedar ji zîndanan derkevin, bidomin û got:"Girtina Leyla Guven ji aliyê dewleta dagirker ve, binpêkirina mafê jinan e, ji bo wê em Kongreya Star piştgiriya xwe bi Leyla Guven re didin nîşan dan."

Paşê gelek axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrîkê, hevgirtina zimanê Kurdî, Şaredariya Gel û aborî li Dêrîkê, her wiha li ser navê koma Kevneşopî ya girêdayî navenda Dijle ya Çand û Huner, hatin kirin. Axaftvanan teqez kirin ku berxwedan dewam dike û kes nikare li pêşiya berxwedaniya wan bisekine, ji ber ku di dibistana Rêber Ocalan de rêgezên demokratîk, azadî û berxwedanê fêr bûne.

Seyda Hena Ibrahîm ku ji pêkhateya Kildanî ye, tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku tekoşer Leyla Guven di zîndana Tirkiyê de serbest  were berdan .

Seyda wiha got:"Tecrîda li ser Rêberê gelan zilm e û girtina têkoşer Leyla Guven binpêkirinê mafên derheqê jinan e, ji bo wê em soz didin em ê tekoşîna xwe geş bikin û dengê xwe bighînin raya giştî."

Hevseroka Meclisa navçeya Dêrîkê Dîlber Elî piştgiriya xwe bi tekoşer Leyla Guven re anî ziman.

Ehmed Cefal ê ji pêkhateya Ereb jî wiha got:"Ji bo tecrîda girankirî li ser rêberê gelan Ocalan em li vir in, em kiryarên qirêj ên Tirkiyê li dijî gelê Kurd şermezar dikin."

Kon wê du rojan vedayî bimîne.