Li Dêrikê ji bo şehîdan merasîm

3 şervanên YPG’ê û şervanekî YBŞ’ê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê hatin veşartin.

Gelê Dêrikê û Girkê Legê ji bo şervanê YBŞ’ê Cengîz Dorak (Şervan Botan) û şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn Orhan Temîl (Bahoz Rojhilat), Elî Ibrahîm (Zagros Çilaxa) her wiha ji bo Wedad Sara (Şervan Amed) ku Pêngava Bagera Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû li ber Nexweşxaneya Wetenî li hev civiyan û bi konwoyan ber bi Şehîdgeha Xebat Dêrik ve cenaze  bi rê kirin.

Di merasîma leşkerî de yek ji Fermandarê YPG’ê Mihedîn Xêrkî axivî. Xêrkî sersaxî da malbatan û diyar kir ku ew di rêça hevalên xwe de bimeşin.

Yek ji Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengal jî got berdêla azadiyê giran e û ji bo herêmê azad bikin her saet şehîdên wan çêdibin.

Piştî axaftinan belgeyên nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan kirin.

Lehengên azadiyê bi dirûşman hatin veşartin.