LI Dêrikê cenazeyê 8 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 8 şervanên YPG/YPJ′ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 8 şervanên YPG/YPJ′ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG/YPJ′ê Mihemed Salim (Hesen Dêrik), Ebûd El-Deham (Ebûd), Zehar Seroglû (Arjîn Aldag), Ozkir Coban (Xelîl CAfgûn), Lîdiya Ala (Grepettla arsuz), Mihmûd Encî (Ciwan Tey), Mihemed karataş (Barger Karakala) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê û Şukran Ozo (Nûpelda Mardîn)ên jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîsetema Federal a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Li goristanê ligel rêzgirtinekî leşkerî merasîm destpê kir. Piştre Fermandara YPJ′ê Jînda Amara axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza domandina têkoşîna li dijî terorê û şopandina rêya şehîdan da.
Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîsetema Federal a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û berxwedana şervanên azadiyê silav kirin. Selûm soza domandina şerê li dijî terorê da.
Piştre axaftinan, nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervana bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.