Li Dêrik û Tirbespiyê ji bo şehîdên QSD’ê merasîm hate lidarxistin

Ji bo şervanên QSD’ê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûbûn li Dêrik û Tirbespiyê merasîm hate lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li pêşiya nexweşxaniya şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên şehîdên QSD`ê Îsam Silêman(Rewan Girkê Legê), Wîdad Dîlawer (Delîl Dêrîn), Îhsan Demîr (Nûman Serhed), Mihemed Nîzar (Aram Kerkûk) û Kerzan Cebar (Soran Tolhildan) wergirtin.

Piştî cenaze hate wergirtin, bi kerwanekî gel berê xwe da Goristana Şehîd Xebat. Li wir merasîma veşartina şehîdan hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif axivî û got, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şervanên QSD`ê berdêl dan.

Perwîn anî ziman ku artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin aloziya Sûriyê dirêjtir bibe, di bin navên cuda de vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune dike.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan kirin. Cenazeyên şehîd Delîl, Rewan û Nûman li goristana şehîd Xebat Dêrik hate veşartin, cenazeyên Soran Tolhildan û Aram Kerkûk rakirin nexweşxaneya Dêrikê da ku piştre bişînin Başûrê Kurdistanê.