Li Dêrik û Hesekê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Êrişên dagirkeriyê yên Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Dêrik û Hesekê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk li bajarên Dêrik û Hesekê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi şervanên QSD`ê re nîşan dan.

Meşê ji Qada Azadî ya li navçeya Dêrikê dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Beyrem ve dom kir. Xwepêşandêran pankartên “Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re”, al û sembolên YPG, YPJ û QSD`ê rakirin.

Xwepêşandêran bi dirûşmên xwe xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir.

Li Qada Şehîd Beyrem endamê rêveberiya Meclîsa Dêrikê Feysal Elî axivî û diyar kir ku êrişên domdar ên li ser herêmê bi armanca şikandina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina tecrûbeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser pêk tên.

Elî bal kişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî û aliyê garantor û bang li wan kir ku berpirsyariyên xwe yên ji bo rawestandina êrişan pêk bînin.

Elî bang li şêniyan kir ku li hemberî hemû plan û komployên dewletên dagirkerên Kurdistanê rawestin û têkoşînê bilind bikin. Her wiha Elî destnîşan kir ku li gel pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê, yekitiya Kurdî pêwîstiyek e.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî Meclîsa Navçeya Bakurê Hesekê bang li Rûsya, Amerîka û civaka navneteweyî kir ku dijminahiya dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên domdar li dijî herêmê û sivîlan yekser rawestînin û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyeke aştiyane ya bi beşdarbûna hemû hêzan, bikevin tevgerê.

Meclîsê îro têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komployên PDK`ê, daxuyaniyek da.

Hevserokê meclîsê Remedan Fetah li pêşiya Hola Xabûr daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de dijminahiya dewleta Tirk a li herêmê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Berdewamkirina vê dijminahiyê li herêmên me dê îradeya herêmê têk bibe û rê li vegera rêxistina DAÎŞ’a terorîst veke.”