Li Dêrazorê li dijî hucreyên çeteyan operasyon: 8 çete hatin girtin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, li eniya Ebû Xeşeb ya dikeve rojhilatê Dêrazorê de li dijî 2 hucreyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Di operasyonê de 8 çete û 6 kesên ku alîkarî dida çeteyan dîl hatin girtin.