Li Dêrazorê êrîş hatin şikandin, gelek çete hatin kuştin

Çeteyên DAÎŞ’ê vê êvarî li Dêrazorê êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kirin. Şervanên QSD’ê vê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê şikandin û di şer de gelek çete kuştin.

Çeteyên DAÎŞ’ê vê êvarî li Dêrazorê êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kir. Şervanên QSD’ê vê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê şikandin û di şer de gelek çete kuştin.

Çeteyan bi bahoza xîzê re xwestin li eniya Baxoz û Hecînê êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin. Êrîş  di saet 18.00’an de zêde bû û şervanan vê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê şikandin.

Di van şeran de li eniya Hecînê herî kêm 10 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê û hate ragihandin ku li eniya Baxozê jî gelek çete hatin kuştin.

Li herdu eniyan gelek wesayîtên leşkerî yên çeteyan ên bombebarkirî hatin teqandin.

Li eniya Hecîn û Baxozê li hin cihan şer didome.