Li Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê hat kirin
QSD’ê ragihand ku li herêma Kiber a li başûrê Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê kiriye.
QSD’ê ragihand ku li herêma Kiber a li başûrê Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê kiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku ji ber hedefgirtina endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rûspiyan ji aliyê terorîstên DAÎŞ`ê ve zêde bûne, li başûrê Dêrazorê dest bi pêngava ewlehiyê kiriye.
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam, daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev çendeyek e li rojavayê Dêrazorê tevgera çeteyên DAÎŞ`ê zêde bûye. Herî dawî nuqteyeke hêzên me yên leşkerî kirin hedef. Lewma hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên ewlehiyê dan ser şopa tevgerên wan hucreyan û cihê wan tesbît kirin.
Hêzên me, kembereke ewlehiyê li derdora herêma Kiber ferz kir û şaneyên terorsît kirin hedef. Her wiha gelek ji wan girtin û cebilxaneyên pê re desteser kirin ku pê êrîşê nuqteyên ewlehiyê kirine.
Şêniyên herêma Kiberê pêngav bi erênî nirxand û tev li hêzên me yên ewlehiyê bûn. Her wiha xwestin ku bendên kontrolê yên ewlehiyê li herêmê zêde bibin.
Operasyon û pêngavên me yên ewlehiyê wê berdewam bin ta ku ev hicre tune dibin û herêm bi ewlehî dibe.“