6 çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DAÎŞ′ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DAÎŞ′ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (H.A.T), 18’ê ′ê Cotmehê danê sibehê 6 çeteyên DAÎŞ`ê li rojhilatê Dêrezorê girtine.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Taybet (H.A.T) bi piştgirî û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî cihên 6 çeteyan diyar kirine û piştre di operasyoneke ewlehiyê ya serkeftî de 6 çete li cihên wan girtine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 çekên kilaşînkof ên li cem çeteyan jî hatine desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de got ku wê erkên xwe li hemberî gel û herêmê bidomînin, bi ser şaneyan de bigirin û ewlehiyê li herêmê mîsoger bikin.