Li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (Duşemê 16′ê Cotmehê) du operasyonên ewlehiyê li bajarokê Şihêl ê gundewarê başûrê Dêrazorê li dar xistin.

QSD’ê diyar kir ku di operasyonan de 4 çeteyên DAÎŞ′ê hatin girtin, çek û teqemenî hatin desteserkirin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Di her du operasyonan de, 4 endamên şaneyê hatin girtin. Endamên şaneyê di karê qaçaxçîtiya çekan de çalak bûn. Çek, cebilxane û mayîn digihandin rêxistina DAÎŞ’a terorîst da ku kiryarên terorî li dijî hêzên me û saziyên sivîl pêk bînin û ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin.”

Li gorî daxuyaniyê çek û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin ev in:

Kilaşînkof: 1

Bombeyên destan: 2

Mayîn: 1

Telefonên destan: 8

Telefonên normal: 1

Wî-Fî: 2

Belgeyên kesayetî

Alavên leşkerî.