Cenazeyê şervanê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) Şahîn Şehba (Mihemed Enco) dema ku li ser erka xwe bû di 23`yê mehê de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê hate veşartin.
Şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Şahîn Şehba ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê wergirt û ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Li goristanê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Elo sersaxî da malbata şehîd û tevahiya şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê û bal kişand ser fedakariya şehîdan di oxira parastina ewlehiya herêmê de nîşan dane. Xedîce Elo diyar kir ku dê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.
Ji fermandarên hêzên Leşkerî yên Kantona Efrîn û Şehba Ararat Arêf sersaxî da malbata şehîd û tevahî gelê Kurd û wiha got: "Bi saya şehîdan em gihiştin roja îro, bi saya berxwedana gel ev şoreş gihiştiye serkeftinê. Dewleta Tirk û çetêyên wê dizanin ku berxwedana me têk naçe, ji ber vê jî her tim êrîş ser hêrêmê dikin. Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê li ser riya şehîdan bimeşin."
Piştre, endamê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehba Zuhêr El Helebî axivî û wiha got: “Parastina destkeftiyên şehîdan, erka pêşîn a têkoşîna me ya domdar e. Em amade ne di oxirê parastina projeya xwe ya li ser hezkirin, aştî û biratiyê ava bûye de, canê xwe feda bikin.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya Şehîd Şahîn Şehba hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.
DÊRAZOR
Cenazeyê şehîd Mihemed Fuad El Firatî, Mihemed Elî El Mihemed û Mihemed Îbrahîm El Mehel ku di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El Hemadê ya bajarokê Ebû Xeşeb hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Dêrazorê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tevlî merasimê bûn.
Di merasimê de ewilî Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Lînda El Elî axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Şehîdan ji bo ku em bi azadî û bi rûmet bijîn canê xwe feda kirin."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîdan hat xwendin û radestêi malbatên wan hat kirin.
Cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.