Li Dêra Zorê teqîn: Kesek mir, 2 jî birîndar bûn

Li navçeya Ziban a dikeve rojhilatê Dêra Zorê di encama teqîna motorsikletekê de sivîlek mir, 2 jî birîndar bûn.

Di dema derbasbûna dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de motorsîklêt teqiya. Motorsîklêt li nêzî dikanekê li sûka navçeya Zîban li ser rêya giştî bû.

Di encama teqînê de, şêniyê bi navê Hemîd Bekir şehîd bû, her wiha Xidir Nezal û Emas Cehîm birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.