Li Dêra Zorê tecrîd û êrîş hatin protestokirin

Ciwanan li Dêra Zorê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li Îmraliyê protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Dêra Zorê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û sûcên siyaseta wê yên li dijî girtiyan, di sêrî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

Endamê Yekîtiya Werzîşê ya Dêrazorê Ehmed El-Casim daxuyaniya tevgerê li pêşiya avahiya yekîtiyê ya li gundê Mihêmîde ya li rojavayê Dêra Zorê xwend. Gelek endamên tevgerê tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de tevgerê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe êrîşî gelê Sûriyê, ciwanan herêmên Rojava û Suriyê dike hedef û wan dişîne şerê li derveyî Sûriyê mîna Lîbya, Ermenistan û Keşmîrê û gelek herêmên din.

Her wiha tevgerê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî û got dewleta Tirk a dagirker şêniyên resen dikuje, milkên wan talan dike, wan dide koçberkirin û demografiya wan herêman bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan diguherîne.

Tevgerê di daxuyaniyê de sûc û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

Herî dawî tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rola xwe bilîze û gelên herêmê biparêze, rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire. Her wiha bang li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û pêkanîna daxwazên girtiyên siyasî, çalakiyên xwe zêde bikin.