Li Dêra Zorê şer giran e: Gelek çete hatin kuştin
Li herêma Hecînê ya Dêra Zorê, çeteyên DAÎŞ'ê doh êvarê êrîşeke giran anîn ser çeperên QSD'ê yên li nêzî stasyona trenê ya Mahatayê.
Li herêma Hecînê ya Dêra Zorê, çeteyên DAÎŞ'ê doh êvarê êrîşeke giran anîn ser çeperên QSD'ê yên li nêzî stasyona trenê ya Mahatayê.
Bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê danê êvarê bi tank û çekên giran êrîş kirin.
Ji ber êrîşê şerekî giran derket û şervanên QSD'ê êrîş şikandin. Gelek çete hatin kuştin û herî kêm tankek hate rûxandin.
Çeteyên DAÎŞ'ê ji bahozên xîzê yên li herêmê radibin sûdê werdigirin û êrîşên xwe zêde dikin. Bi vî rengî hewl didin pêşî li pêşdeçûna QSD'ê bigirin.