Li Dêra Zorê dengekî Soranî yê ji Kirmaşanê

Şervanê YPG'yî yê ji Kirmaşanê Şaho, li Dêra Zorê di bêhnvedana êvarê ya şerê giran de bi Soranî distirê. Ji mezinahiya şoreşê bawer e, Kirmaşan jî hêviya wî mezin dike.

Pêngava Bagera Cizîrê li gel şert û mercên giran ên çolê û zivistanê jî dewam dike. Yek ji şervanên ku di nava van mercên giran de têdikoşin Şaho ye ku ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê. Şervanê YPG'ê Şaho li dora êgir bi stranên xwe yên Soranî balê dikişîne ser xwe. Li aliyekî jî hêrsa gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide.

Şervanên YPG/YPJ'ê ku piraniya rojê bi operasyon, şer û pêşveçûnê derbas dikin, êvarê jî li dora êgir li hev dicivin û bêhnê vedidin. Çaya xwe û carna jî xwarinê li ser êgir çêdikin. Sohbeta herî xweş jî li vir dikin. Ji nava komeke li dora êgir rûniştî, şevekê dengê stranên bi Soranî hat. Bi mehan em li vir bûn. Me her êvarê li şervanên ku bi Kurdî û Erebî distirên guhdarî dikirin. Dema ku dengekî Soranî hate me, me berê xwe da wir. Tevî kamerayên xwe em ber bi komê ve çûn. Dema ku wî distira, me jî bi bêdengî dîmenê wî dikişand. Hemû şervanên li dora wî rûniştî bi bêdengî lê guhdarî dikirin.

YEK JI RENGÊN CUDA YÊN ŞOREŞÊ

Piştî ku stran qediya bi me hesiya û bi ken got, 'Hûn kengî hat. Gelo hûn nûçegihan timî di kemînê de ne?' Me jî got, 'Dem ame dengekî bi Soranî bihîst bala me kişand û em jî hatin'. Li pêşberî vê bersiva me şervanê YPG'ê matmayî ma û got, 'Hûn çima matmayî man? Şerê mirovahiyê û têkoşîna azadiyê li ser vî erdî tê dayin. Bêguman hûnê li ser vê axê stranên ji her zimanî, her zaravayî, her awazî guhdarî bikin. Ma ne ev e ya ku vê têkoşînê watedar dike. Cihêrengî rengê şoreşê ye. Ya ku wê bedew dike jî ev e. Dengê min jî parçeyek ji rengên bedew ên vê şoreşê ye."

NIYETA MIN A VEGERÊ VÊ GAVÊ NÎNE

Heta derengiya şevê em bi wan re li dora êgir rûniştin. Şervanê YPG'ê yê bi navê Şaho ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye. Ji Kirmaşanê ye. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirin ew hat. Van rojan, ji aliyekî ve li Kirmaşanê difikire. Li Rojhilat, li Îranê. Ya ku dibihîze wî kelecanî dike, hêviya wî mezin dike. Aqlê wî ji aliyekî ve li wir e, lê dibêje ku wê niha venegere. Ji yekparebûna şoreşê bawer dike û dibêje ku karê wî yê li vir hê neqediya ye.

Bû sibe û me dît ku Şaho û koma wî zûdeyî rabûye û çûye. Dema me jê pirsî bê bi kîjan eniyê ve çûne, ji me re gotin ku yekîneya wan li cihekî nîne, timî di nava liv û tevgerê de ye. Me êvarê plan kiribûn ku hevpeyvîneke dirêj bikin, lê nebû.