Li Dêra Zorê cenazeyê 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Bi sedan welatiyên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Hayil El-Mihemed (Şervan Teyana), Cafer Salih (Şiyar Şenan), Ehmed El-Hisên (Mûşrif) û Siûd El-Elî (Tirkî) ên ku di demên cuda yên Pêngava Beragera Cizîrê de şehîd bûbûn ji herêma Sebha wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Cenazeyê şehîdan li goristanê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşme û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Li  goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştre şervanan merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan rêvebera saziyê Wefa Celal axivî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê QSD’ê jî Fermandar Yûsif El-Hemze axivî û wiha got; “Em bejna xwe li hemberî şehîdan û dayikên wan ditewînin. Wekî hevalên şehîdan em soza temamkirina armancên wan dubare dikin. Em ê alayên aşîtiyê li her deverî hildin. "

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her çar lehengan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.