QSD’ê nasnamaya 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku dest bi pêngava dawîn a Bagera Cizîrê kirine û armanca vê pêngavê rizgarkirina herêma Dêrezorê ya di destê çeteyên DAIŞ`ê de ye. Di pêngavê de şervanên QSD`ê gelekî bi pêş ve çûn, piştî ewlekirina sînorê Sûriyeyê û Iraqê şervanan berê xwe da bajarokê Dişîşa.

QSD’ê ragihand ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dema paqijkirina gundan de 4 şervanên wan şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nav û Paşnav: Ehmed EL-Hisên

Nave Dayîkê: Hiyam

Navê Bav: Xelef

Cihê Jidayikbûnê: Mergeda.

Cih û Dema Şehadetê: 11’ê Hezîrana 2018’an

***

Nav û Paşnav: Hayil EL-Mihemed

Navê Dayîkê: Saliha

Navê Bav: Bedewiy

Cihê Jidayikbûnê: Teyane

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 9’ê Hezîrana 2018’an

***

Nav û Paşnav: Siud EL-Elî

Navê Dayîkê: Hesîna

Navê Bav:  Hisên.

Cihê Jidayikbûnê: Siwer.

Cih û Dema Şehadetê : 11’ê Hezîrana 2018’an

***

Nav û Paşnav: Cefer Salih

Navê Dayîkê: Hesna

Navê Bav: Yasîn

Cihê Jidayikbûnê:  Şenan

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 9’ê Hezîrana 2018’an