Li çola Dêra Zorê şerê îrade û kedê

Pêngava Bagera Cizîrê bi îrade û kedeke mezin didome. Li Dêra Zorê ne bi tenê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer tê kirin. Di heman demê de li hemberî şertên dijwar ên çolê jî berxwedanek heye.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku di 9’ê Îlonê de bi pêşengiya YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hatibû destpêkirin di roja 113’an de didome. Hêzên QSD’ê li rex Çemê Firatê bi pêş ve diçe û heta niha gelek gund, mezra û bajarok ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirine. Hêzên QSD’ê ji bo ku cihan rizgar bike divê çolê jî têxe bin kontrola xwe. Şervan bi rojan, hefteyan û mehan li çolê bi pêş ve diçin. Ev çol havînî gelekî germ e û zivistanî jî gelekî sar e. Di heman demê de divê mirov bahoza xîzê jî ji bîr neke. Gelek caran mirov nikare metreyekê pêşiya xwe bibîne. Ji ber vê jî li çolê şerekî mezin ê îrade, ked û fedakariyê tê kirin.

JI BO DERBA LI SER DILÊ DAÎŞÊ AMADEKARIYÊN MEZIN

Ev demek e em şahidiya pêşveçûna şervanan a li çola Dêra Zorê dikin. Li hemberî şertên giran berxwedaneke mezin a şervanan heye.

Şervanên QSD’ê ji bo ku ber bi bajaroka Hecînê biçin, amadekariyên xwe dikin. Ji bo ku xwe bigihînin Hecînê divê 30 kîlometre çolê derbas bikin û çar gundên dora Hecînê jî rizgar bikin. Ev bajarok ji bo çeteyên DAÎŞ’ê wateya xwe stratejîk heye. Çeteyan xetên xwe yên parastinê li vê derê xurt kirine û gelek caran çete li vê derê koordîneya şer dikin. Rizgarkirina Hecînê tê wateya destpêkirina qonaxeke nû. Ji ber ku ev bajarok were rizgarkirin, wê çete li van qadan bişikên û li cihên din wê çete nikaribin xwe lê bi cih bikin. Hecîna li rex Çemê Firatê dilê DAÎŞ’ê yê vê herêmê ye.

PÊŞVEÇÛN DEST PÊ DIKE

Piştî nîvro saet di 3’an de hemû şervanan amadekariyên xwe kirine, wesayîtên zirxî li pêş û yên li şervanan li paş dikevin rê. Carinan ji wesayîtên şervanan dengê sloganan tê yan jî yek straneke bi Erebî dibêje û yên din jê re li çepikan didin. Li derve hewa gelekî sar e. Ji bo ku ez wesayîtan bikişînim ji cama erebeyê kameraya xwe derdixim lê piştî deqîqeyekê ji ber sermayê ez kameraya xwe dikişînim hundir. Lê şervan wekî ku tiştek nebûbe distrên û sloganan berz dikin. Vê moral û coşa wan me motîve dike.

Dema em hatin cihê dawîn êdî tarî ketibû erdê. Dozeran dest bi çêkirina çeperan kirin. Şervanan kon û malzemeyên xwe kişandin nav van çeperan. Wesayîtên zirxî û yên doçkayan jî ketin çeperên xwe. Dema ku ew amadekariyên xwe dikin em jî berê xwe didin cihê çapemeniyê.

LI GUNDÊ PÊŞÎN ŞER Û SERFIRAZÎ

Roja piştî wê dema em çûn çeper hatibûn amadekirin û kon lê hatibûn vegirtin. Wekî ku mehek e li vê derê ne. Wesayîtên lojîstîk erzaq anîbû û erzaq li hemû kozikan hate belavkirin. Piştî ku wesayîtên zirxî amadekariyên xwe yên dawîn kirin, li ser cîhazê hate gotin ku komên şervanan ên ku ketine gund dest bi şer kirine û şervan dixwazin hêzeke takviye were şandin. Komek şervan ji bo alîkariyê ketin gund û wesayîtên zirxî jî li çeperên DAÎŞ’ê didan. Şerê di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û şervanan bi saetan domiya. Gund dûrî me bû, koordîneya şer nedihişt em zêde nêzik bibin. Lê ji gund dû bilind dibû. Piştî şerê 3 saetan şervanekî li ser cîhazê got, “Bijî Berxwedana YPG’ê”. Gelek çete hatibûn kuştin. Şervanan careke din sloganên serfiraziyê berz dikirin. Dema ku em vegeriyan cihê xwe, fermandaran şervanên xwe li ser cîhazê pîroz dikirin.

Piştî du rojan şervanan gundên bi navê Elqehawî, El Cebel, El Kişkiya û Cib El Behra rizgar kirin.