Li Cindirêsê gel û hêzên parastinê mil bi mil in

Gelê Cindirêsê ku dewleta Tirk û çeteyên wê ev 2 heftî ne bênavber ji hewayê û bejahiyê ve bombe dikin xaka xwe bernadin û bi şervanên YPG-YPJ û QSD’ê re xwe lihêm kirine û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efînê û li dijî vê Berxwedana Serdemê ya hêzên parastina Efrînê û gelê Efrînê di roja 29’an de bi hemû bêhempatiya xwe didome. Li Cindirêsê ku van rojên dawî êrîşên dagirker li ser giran e û dewleta Tirk bê navber bombeyan bi ser de dibarîne gel û hêzên parastinê bûne yek û li ber xwe didin.

BOMBEDÛMANA BÊNAVBER

Li Cindirêsê ku bombe bi ser de dibarin gel kom bûye, xaka xwe bernade û bi hêzên parastinê re xaka xwe diparêze. Endamên asayîşê yên Efrînê li hemû eniyan in. Lê li her eniyê mirov dikare endamên jin ên asayîşê jî bibîne. Li Cindirêsê li eniyekê em bi endameke jin a asayişê re diaxivin. Hin jê zarok in û hin jê jinên 20 salî, dibêjin parastina xaka wan peywira wan e.

ASAYÎŞA JINÊ LI HEMÛ ENIYAN IN

Endama Asayîşa Jinê ya Efrînê Elmas Celal a 35 salî dibêje ew parastina wan xaka dike ku li ser wê hatiye jiyanê û dibêje, ji bo parastina welatê xwe ew amade ye ku her cure berdêlê bide. Celal dibêje, ‘’Ev welat ê me ye, ti devereke dî ku em biçinê nîn e.’’

MORAL BAŞ E

Rûxaş Ehmed (19), Endama Asayişa Jinê jî dibêje moralê wan pir baş e û li eniyan parastina xak û gelê xwe dikin. Buşta Mihemed a 19 salî jî dibêje ev 4 meh in di nav asayişê de ye û ji bo ku parastina gelê xwe bike li eniyê ye. Buşra Mihemed dibêje, ‘heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê çeka xwe radest nekin û xaka xwe biparêzin.’’

JI CINDIRÊSÊ BANG JI BO ERDOGAN HEYE

Zekerya Ibrahîm li wî bajarê ku bombe bi ser de dibarin li ber maleke bajêr em li hev rast tên dibêje bênavber bajar tê bombekirin û sivîl dibine hedef. Mihemed Ebû Ridwan bang li Serokkoomarê Tirk Erdogan dike û dibêje, ‘’Heke tu mêrxas î were em sing bi sing şer bikin’’. Kamîl Reşît jî dibêje Erdogan bi xeyalên Osmanî bi rê ketiye û sivîlan dikuje.