Li Cerablûsê teqîn: 15 kes birîndar bûn

Li herêma Cerablûsê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 2 teqînên mezin rû da. Herî kêm 15 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li Cerablûsa ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li pey hev du teqînan rû dan.

Teqîn li nêzê 'Meclîsa Xwecihî' ya ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye avakirin, qewimî. Herî kêm 15 kes birîndar bûn. Li ser sedemên teqînê agahî bi dest neketin.