Li Bendava Tişrînê şerekî giran diqewime

Li Bendava Tişrînê ku dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) êrîş birin ser, şerekî giran diqewime.

ŞER GIRAN E

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) êrîş birin ser Bendava Tişrînê.

Piştî ku şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşan, şerekî giran destpê kir û şer hîn jî dewam dike.

Di şer de gelek çeteyên SMO hatin kuştin. Her wiha gelek wesayitên ku çeteyan bi kar dianîn jî hatin îmhakirin.