Li Baxozê ji her cihî çek û cebilxane derdikevin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Baxozê û derdora wê operasyonên lêgerînê didomînin. Hêzên QSD'ê heta niha gelek çek û cebilxane dîtin.

Di ser rizgarkirina Baxozê re mehek derbas bû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonên xwe yên lêgerînê yên li Baxozê û derdora wê didomînin. Hêzên QSD'ê heta niha bi deh hezaran çek û hejmareke zêde cebilxane dîtine.

25'ê Nîsanê roja Pêncşemê li nuqteyekê bi hezaran metre kortex (teqemenî) ya ji bo sabotajê tê bikaranîn, bi sedan funye, bi dehan êlekên teqemeniyê, bi dehan fuze, hawan û çek hatin dîtin.

Li herêmê xebatên QSD'ê yên lêgerîn û paqijkirina hawirdorê didomin.