Li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar sivîl hatin tehliyekirin

QSD’ê li Baxozê di navbera 9’ê Sibat û 1’ê Adarê de 9 hezar sivîl ku piraniya wan çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan in tehliye kirin. Piştî tehliyekirina sivîlan şervanên QSD’ê li dijî DAÎŞ’iyên ku teslîm nebûn operasyon da destpê kirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Baxoz ê bajarokê Hecîn a Dêra Zorê ji ber rizgarkirina sivîlên li herêmê 9’ê Sibatê hatibû rawestandin. Piştî ku şervanên QSD’ê sivîlên dawî rizgar kir, şevê din saet 18:00’an operasyona qedandina DAÎŞ’ê destpê kir. Ji 9’ê Sibatê heta 1’ê Adarê 9 hezar sivîl ku piraniya wan malbatên DAÎŞ’iyan bûn ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin tehliye kirin.

Hate diyarkirin ku li Baxozê beşek DAÎŞ’iyên biyanî ku tehliye qebûl nekirin ew ê şer bikin. Tê payîn hejmara wan nêzî hezar û 500'î ye, ku di mehên dawî de derketina sivîlan asteng dikirin û balkêş e ku li bermaberî tehliyeyên dawî bêdeng in.

DI 20 ROJAN DE 9 HEZAR SIVÎL HATIN TEHLIYE KIRIN

Li gorî agahiyên odeya operasyona QSD’ê bi ANF’ê re par ve kirî, ji 9’ê Sibatê heta 1’ê Adarê li Baxozê 9 hezar sivîl hatin tehliyekirin û beşek mezin ji yên hatine tehliyekirin ji malbatên DAÎŞ’iyan, endamên birîndar ên rêxistinê û endamên ku biryara şernekirinê dayîn pêk tê.

1500 DAÎŞ’IYÊN BÎYANÎ

Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’ê hatine wergirtin, beşek mezin ên li Baxozê mayîn endamên ji Rojhilata Dur, komarên Turkî, welatên Ewropa, Çeçenistan û Tirkiyeyê beşdarî DAÎŞ’ê bûne pêk tê. Li kolanên Baxozê ku nêzî 1500 DAÎŞ’î mane nayê zanin ku wê taktîkekê çawa bişopînin.

Şervanên QSD’ê ji 9’ê Sibatê heta 1’ê Adarê li Baxozê di nava 20 rojan de 9 hezar sivîl ku piraniya wan çete û malbatên çeteyan pêk tê tehliye kir û li herêmên biewle bicih kir.

LI BAXOZÊ SIVÎL NEMA

Şervanên QSD’ê piştî ku sivîlên dawî li herêmê rizgar kirin duh seat 18:00’an operasyona qedandina çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê da destpê kirin. Ji fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn diyar kir ku li Baxozê 9 hezar sivîl ku çete û malbatên çeteyan jî nav de tehliye kirine. Efrîn got; “Ji 1’ê Adarê ve sivîl neman û çeteyên mayîn ji ber xwe radest nekirin şervanên me operasyon da destpê kirin.”

ŞEVÊ DIN ŞEREKÎ GIRAN HEBÛ

Piştî ku şervanên QSD’ê operasyona qedandina çeteyên DAÎŞ’ê da destpê kirin şevê din di navbera çete û şervanên QSD’ê de şerekî giran hebû. Di şer de çekên giran hate bikaranîn û hate diyar kirin ku şervanên QSD’ê bi 2 baskan ve pêşve çûne.