Li başûrê Hesekê operasyona li dijî çeteyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Hesekê li dijî çeteyan operasyoneke ewlekariyê ya berfireh dan destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Hesekê li dijî çeteyan operasyoneke ewlekariyê ya berfireh dan destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine girtin.
Li gorî agahiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma başûrê bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
Hate ragihandin ku di operasyonê de heta niha gelek çete hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin.