Li Bakurê Sûriyeyê hilbijartinê dest pê dikin
Ji bo hilbijartina “meclîsa herêmî” ya ku qonaxa duyemîn a hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye gel wê di 1’ê Kanûnê de biçin ser sindoqan.
Ji bo hilbijartina “meclîsa herêmî” ya ku qonaxa duyemîn a hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye gel wê di 1’ê Kanûnê de biçin ser sindoqan.
Ji bo avakirina saziyên ku li Bakurê Sûriyeyê bingeha federasyonê ne, di çarçoveya hilbijartinê de wê gel di 1’ê Kanûnê de biçin ser sindoqan. Di qonaxa duyemîn a federasyonê de wê endamên bajarok, navçe û meclîsa kantonê werin hilbijartin. Hilbijartina “hevserokatiya komunan” di 22’ê Îlonê de hatibû lidarxistin. Di Çileya 2018’an de jî wê hilbijartina Kongreya Gel were lidarxistin a ku dikeve şûna parlementoyê.
Wekî di hilbijartina “Hevserokatiya Komunan” de wê ji bo “Meclîsa Herêmî” jî kesên 18 salên xwe tijî kirine wê biçin qadên xwe yên hilbijartinê û li vê derê dengê xwe bidin. Kesên ku Sûriyeyê berê nasname nedabûn wan û di sala 1968’an de rejîmê dest danîbû ser nasnameyên wan jî, wê piştî tiştên pêwist wê karibin dengê xwe bidin.
HEMÛ KES WÊ KARIBIN NÛNERÊN XWE HILBIJÊRIN
Di vê hilbijartinê de jî divê nîvê lîsteyê jin bin. Li gorî zagonên Hilbijartina Bakurê Sûriyeyê di her sê qonaxên hilbijartinê de divê ji sedî 60 bi hilbijartinê û ji sedî 40 jî bi wezîfedarkirinê pêk were. Ji bo bawerî û çandên cihê di çarçovey kotaya ji sedî 40’î de wê avadaniya demografîk a herêmê li pêş çavan were girtin.
LÎSTEYÊN DI HILBIJARTINÊ DE
Partiyên di hilbijartinê de li dora Hevgirtina Neteweya Demokratîk û Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê kom bûne. Di nav lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk de 18 partî hene û tê de aliyên Kurd, Ereb û Siryan û aliyên din hene. Di nav Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê de jî 5 partî hene.
PÊVAJO ÇAWA DOMIYA
Di 22’ê Îlonê de di qonaxa pêşîn de hevserokên komunan hatin hilbijartin. Li gorî komîseriya hilbijartinê li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê beşdariya li hilbijartinê ji sedî 70 ye. Li herêma Cizîrê 4327.142 kesan ji bo 2 hezar û 551 komunê, ji nav 7 hezar û 687 hevserokan 5 hezar û 102 namzet hatin hilbijartin.
Li herêma Firatê 135.661 kesan ji bo 849 komunan ji nav 3 hezar û 192 kesan, 1698 namzet hilbijartin.
Li herêma Efrînê jî 155.697 kesan ji nav 1.440 kesan 830 namzet hilbijartin.
QONAXA DUYEMÎN HATE DESTPÊKIRIN
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind daxuyanî da û diyar kir ku qonaxa duyemîn a hilbijartinê hatiye destpêkirin. Li herêmên Cizîr, Efrîn, Firatê ji bo hilbijartina navçe, bajarok û meclîsa herêmî ya kantonan wê 3 sindoq û li navçeyan jî wê jî 2 sindoq werin danîn. Li gorî vî tiştî wê endamên meclîsa kantonê 62 kes bin, yên meclîsên bajêr 42 endam û endamên şaredariyan jî wê 38 kes bin. Her meclîs tevî hevserok û alîkarên xwe, ji 3 endam û 10 komîteyan pêk tê.
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind diyar kir ku wê li 1270 navendan deng werin dayîn. Wê li herêma Firatê 256, li herêma Efrînê 205 û li herêma Cizîrê jî li 824 cihan sindoq werin danîn.
KOMÎSERIYA HILBIJARTINÊ YA BILIND: 6780 ENDAMAN SERÎ LÊDAN
Hevseroka Komîseriya Hilbijartina Bilind a Herêma Cizîê Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê 6780 kesan ji bo hilbijartina meclîsa herêmî serî lê dane.
Ji bo hilbijartinê propagandaya hilbijartinê jî didome. Roja dawîn a propagandayê 29’ê Mijdara 2017’an e.