Li bakurê rojhilat ê Sûriyeyê derbên giran li DAÎŞ'ê tên xistin

Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de ku ji bo qedandina DAÎŞ'ê tê kirin, çete hewl didin ji bahoza xîzê sûdê werbigirin û êrîş bikin. Fermandarên QSD'ê dibêjin, operasyon li gorî plansaziya wan bi rê ve diçe.

Bajarokê Hecînê herêma herî dawî ya li rojhilatê Sûriyeyê ku di destê çeteyên DAÎŞ'ê de maye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina vê herêmê roja 10'ê Îlonê dest bi operasyonê kir û ev operasyon dewam dike.

Şervanên QSD'ê di qonaxa 'Qedandina Terorê' ya operasyona 'Bagera Cizîrê' de li eniyên Hecîn û Baxozê her bi pêş ve diçin. Şervanan berî bi çend rojan gundên Baxozê, Seclê û Mozanê ji çeteyan paqij kirin. Berî bi sê rojan jî dest bi operasyona rizgarkirina Sûsê kirin û beşeke mezin a vê herêmê jî rizgar kirine.

DEMA KU BAHOZA XÎZÊ RADIBE DEST BI ÊRÎŞÊ DIKIN

Operasyona li Baxozê ku nêzî sînorê Iraqê ye û li bajarokê Hecînê li du eniyan dewam dike. Operasyon ev meh û nîveke didome. Bi taybetî van 10 rojên dawî ji ber rabûna bahoza xîzê, çeteyan gelek caran êrîşên berfireh kirin. Lê belê tevî êrîş û şerê giran jî şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.

Herêm ji ber ku herêma dawî ya di destê DAÎŞ'ê de ye, çeteyên DAÎŞ'ê yên ji bajarên cuda yên Sûriye û Iraqê reviyane, xwe li herêmê girtine. Herêma li qiraxa çemê Firatê ye, bi 35 kîlometreyan dirêj e û 8 heta 10 kîlometreyan berfireh e. Dema ku operasyonê dest pê kir, dihate texmînkirin ku hejmara çeteyên li vê herêmê bi qasî 3 hezar e.

BEŞEKE MEZIN A SIVÎLAN JI CIH Û WARÊ XWE HATIN DERXISTIN

Çeteyên ku ji herêmên cuda yên Iraq û Sûriyeyê hatine, çekên giran li herêmê bi cih kirine. Ser gelek cihokên avdanê hatiye girtin û ji bo derbasbûnê tên bikaranîn. Çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî dema bahoza xîzê radibe êrîş dikin. Lewma êrîşên xwe van sê rojên dawî zêde kirin. Çeteyên ku li gelek herêman di hevdemî de êrîş dikin, hewl didin bi wesayitên bombebarkirî encamê bigirin.

Piraniya sivîlên li herêmê ji deverên di bin kontrola çeteyan de ne reviyane. Çete li malên hatine valakirin bi cih bûne. Tê gotin, piraniya van çeteyan ji welatên cuda hatine û di şerê çolê de xwedî tecrûbe ne.

OPERASYON LI GORÎ PLANSAZIYÊ BI RÊ VE DIÇE

Fermandarên QSD'ê diyar kirin, tevî şerê giran ê van rojên dawî operasyon li gorî plana ku wan danîne bi rê ve diçe. Operasyon, ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê sivîlan ji bo xwe weke mertal bi kar tînin, bi hesasiyeteke mezin tê meşandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê sala 2014'an dema ku Mûsil dagir kirin, îdîa kirin ku wan 'xîlafet' ragihandine û piştî ku li Sûriyeyê belav bûn, Reqa dagir kirin navê xwe bi 'Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê' guherandin. Îdîa kiribûn ku wan dewlet îlan kirine. Piştî ku bajarokê Hecînê hate rizgarkirin, çeteyên DAÎŞ'ê wê ji bakurê Çemê Firatê ku ji sala 2014'an û vir ve dagir kiriye, bi temamî werin derxistin.