Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dadgeha parastina Hevpeymana Civakî were avakirin

Meclîsa Gel a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zagona ku di van demên dawî de ji bo avakirina dadgehekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî hatibû pêşdîtin, pejirand.

Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Sêşemê (20’ê Sibatê) Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêmê di civîna xwe ya bi hejmar 93 derxist. 

Desteya Serokatiya Meclîsa Gelan, endamên wê yên li kantonan, endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî tev li civînê bûbûn.

Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qanûn ji dîroka hatiye derxistin, kete meriyetê.