Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şewba gloval Covîd-19’ê diyar kir ku piştî 23’ê Adarê wê qedexeya derketina derve were pêkanîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şewba gloval Covîd-19’ê biryar da ku piştî 23’ê Adarê wê derketina derve qedexe be.

Giştîname ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate diyarkirin.

Di giştînameyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji ber xeteriya vîrusa Korona li ser cîhan û herêmê, ji bo parastina silametiya şêniyan, em ji tevahiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin van tedbîran bînin cih:

1-Qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja Duşemê 23`yê Adarê ve, di saet 6:00`ê sibehê de dest pê dike.

2-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21`ê Adara 2020`an de di saet 6:00`an sibehê de tê qedexekirin.

3-Tevahiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, klînîkên tibbî yên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê wê werin girtin.

4-Ji vê qedexeyê tevahiya nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane, komîteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, tankerên sotemenî li derveyî vê qedexeyê ne.

5-Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin bînin cih û mûxalefeta li dijî van tiştan wê rastî lêpirsîna qanûnî were.”