Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Ji ber koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate îlankirin. Qedexe îro saet di 06.00’an de hate îlankirin.
Ji ber koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate îlankirin. Qedexe îro saet di 06.00’an de hate îlankirin.
Ji ber koronavîrusê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe îro saet di 06.00’an de hate îlankirin.
Rêveberiya Xweser di 19’ê Adarê de biryar dabû ku wê di 23’ê Adarê de qedexeya derketina derve were îlankirin.
Rêveberiya Xweser ji ber koronavîrusê roj bi roj tevdîrên xwe zêde kiribû. Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li gorî qedexeyê tevdigerin.
Xebatkarên tendirustî, asayî, paqijî, eczaxane, komîteyên sterîlîzasyonê, firne, market, tankêrên sotemeniyê û xebatkarên çapemeniyê derveyî qedexeyê ne. Lê ev xebatkar bi destûrnameya ku ji Hêzên Ewlekariya Navxweyî wergirtine, dikarin derkevin derve.
Li bajaran Hêzên Ewlekariya Navxweyî kontrolên xwe zêde kirine. Hemwelatî dikarin bi rêya telefonê alîkariyê ji rayedaran bixwazin.