Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fermandar Egîd hat bibîranîn

Fermandar Mahsûm Korkmaz li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn.

Bi boneya Hefteya Lehengiyê ku di navbera 21-28`ê Adarê de ye, li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Meclîsa Navçeya Tirbepsiyê civînek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist. Di civînê de hevseroka PYD`ê  ya şaxê navçeyê Hediye Şemo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Hefteya Lehengiyê, giyanê têkoşîna ji zêdetirî 50 salî ve ye ku hîna berdewam e. Şoreşa Rojava jî berhema wê ye.“

Di dawiyê de Hediye Şemo soza şopandina rêya Şehîd Egîd heta pêkanîna jiyaneke azad da.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî Meclîsa Malbatên Şehîdan merasîmek li hola Navenda Çandê li dar xist. Şêniyên navçeyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Ebdullcelîl axivî û got: “Şehîd Egîd têkoşerek bû ku çirûska azadiyê li dijî zulmê û koletiyê vêxist û pêşengê têkoşîna me ye.”

Selma Ebdullcelîl banga xurtkirina têkoşînê kir û soza şopandina rêya şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

KOBANÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyaniyek da. Hevserokê meclîsê Adil Hec Kerho daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Guleya ku Şehîd Egîd li çiyayên Kurdistanê teqand, çirûska yekemîn a azadiyê bû û li her çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Pergala 12`ê Îlonê anku darbeya leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker têk bir. Şehîd Egîd bi rêya şehîd Mezlûm Dogan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye û bû fermandarê artêşa PKK`ê, her wiha bû fermanderekî manweyî ya Artêşa Rizgariya Kurdistanê.”

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişloyê jî sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Mazlûm Dogan û berxwedana zindanê hat pêşandan.

Piştre endamê Meclîsa Giştî ya PYDʹê Ebdulxenî Oso semînerek da. Ebdulxenî Oso behsa rêwîtiya têkoşînê ya Mazlûm Dogan kir û got: "Mazlûm Dogan di zîndana navendî ya Amedê de bi giranî êşkence lê hate kirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker tu agahî ji wî negirtin. Mazlûm moral dida hevalên xwe yên girtî û rewşa zîndanê bi temamî guherand, bi vî awayî jî berxwedana zîndana Amedê ji bo belavbûna fikrê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû destek.”

Oso wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan navê Pirtûkxaneta gerok li Mazlûm Dogan kiribû, ji ber ku asoyên fikrê wî pir berfireh bûn, her wiha Rêber Abdullah Ocalan got ku şehîd Mazlûm rojane bêhtirî 500 rûpel dixwendin û ji ber ku wî di dema dadkirina xwe de gotibû 'li her dera ku Dehakên zalim hebin dê Kawayên hemdemî derkevin' û hertim hevoka 'berxwedan jiyan e' dubare dikir, gelê Kurd ê Amedê jî ew bi navê (Kawayê hemdemî) bi nav kir.“

DÊRIK

Meclîsa navçeya Dêrikê semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya navçeyê da, semîner ji aliyê endamê meclîsê Cûdî Mihemed ve hat dayîn.

Mihemed got: "Gelê Kurd gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û bi saya wan gelên bindest nexasim gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin azadiya xwe jî, ev tev jî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna şehîdan, berxwedana wan a di hefteya berxwedanê de û berxwedaba şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) e.

GIRKÊ LEGÊ

Meclîsa Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, semînerek li navenda Sandîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê  da.

Semîner ji aliyê endamê meclîsa navçeyê Hesen Elî ve hat dayîn. Evîn Hesen bal kişand ser têkoşîna şehîd Egîd û got, şehîd Egîd sembola berxwedana li hemberî zilm û faşîzma dewleta Tirk e.

REQA

Li Reqayê jî, şêniyên bajêr bi semînereke ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat dayîn, Şehîd Egîd bi bîr anîn.

Di semînerê behsa têkoşîna pêşeng a Fermandar Egîd a li hemberî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.