Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 partî û rêxistin xwedî li pêngava KCK'ê derketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 partiyên siyasî û rêxistin xwedî li pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ derketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 partiyên siyasî û rêxistin bi daxuyaniyeke hevpar piştevaniya xwe ya bi pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ re îlan kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin:

"Car bi car li ser erdê eşkere dibe ku dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê sûcên şer ji kuştin, revandin, desteserkirina milkên taybet, qutkirin û şewitandina daran û qutkirina avê li ser bi hezaran sivîl pêk tînin. Her wiha demografiya bi zanebûn li dijî gelê Kurd pêk tînin. Li aliyekî din jî şêniyên Suryan, Aşûr, Ermen û Êzidî qetil û neçarî koçberiyê dikin. Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya taybet bi Sûriyê sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê eşkere kirin. lê belê ev sûc beşekî tenê ji van sûcan e.

Partiyên li ser vê daxuyaniyê îmze kiriye, sûcên ku dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê pêk anîn şermezar dikin. Her wiha bang li derbasbûna komîteyên lêpirsîên rastiyan ên girêdayî NY’yê ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine re, dikin. Her wiha fişarê li dewleta Tirk û komên terorîst ên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê terorîst bikin ku ji xaka Sûriyê derkevin. Her wiha fişarê li komên di bin rêveberiya Cebhet El-Nusra, El-Qaîde, El-Emşat, Turkistanî û hwd de ne bikin ku derkevin...

Muzakereya lihevkirinê ya di navbera MSD’ê û Partiya Vîna Gel de ya li Moskovê pêk hatiye girîng dibînin, ji ber ku nêrîna stratejî ya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Her wiha piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî-Kurdî re ya di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) ji aliyekî ve û Meclisa Nîştimanî ya Kurd (ENKS) ji aliyekî din de radigihînin. Hêvî dikin ku encamên erênî di nêztirîn dem de derkevin ku piştevaniya Rêveberiya Xweser û piştgiriya çareseriya aştiyane ya aloziya Sûriyê bike.

Daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên der heqê xebata perwerdeyê de şermezar dikin, her wiha Rêveberiya Xweser parastina dibistan kir û sererast kir. Di demekê de ku hikumeta Şamê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hêzên terorîst bi taybet rêxistina DAÎŞ’ê hişt, Rêveberiya Xweser meteryalên nû yên xwendinê bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî amade kirin. Ew jî da ku parastina mafên pêkhateyan bi zimanê dayikê bikin. Bi vê mînhacê li hezaran dibistanên Rêveberiya Xweser xwendekar dixwînin.

Li hember sûcên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn û dagirkirina xaka gelek dewletan û piştevaniya hêzên terorîst, ji tevahî hêz, tevgerên siyasî û gelên azadîxwaz û edalet tê xwestin ku li hember bisekinin û piştevaniya xwe ji hemleya ‘Êdî bes ji tecrîdê, faşîst û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ radigihînin."

Navên partiyên îmzeya xwe li binê metna daxuyaniyê danî wiha ne:

-Heyet Tensîq El-Weteniye -Tevgera Guhartina Demokratîk

-Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)

-Partiya Yekitiya Suryan

-Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî

-Yekitiya Lîberal a Kurdistanî

-Partiya Komînîst a Kurdistanî

-El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye

-Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye

-Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

-Partya Çepgir a Demokratî a Kurdî li Sûriyê

-Partiya Komele ya Nîştimanî ya Kurdistanî

-Partiya Guhartin a Demokratî ya Kurdistanî

-Tevgera Nûkirin a Kurdistanî

-Yekitiya Karkerên Kurdistanî

-Desteya Nîştimanî ya Ereb

-Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê

-Partiya Kesek a Kurdistanî

-Partiya Wîfaq a Demokratî

-Partiya Îslah-Sûriyê

-Partiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê (El-Partî)

-Partiya Aşûrî ya Demokratî

-Partiya Teaxî ya Kurdistanî

-Partiya Roj a Demokratî ya Kurdî li Sûriyê

-Partiya Nîştimanî ya Azad-Rojava

-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

-Kongreya Star

-Partiya Muhafezkeran a Demokratî

-Partiya Têkoşîn a Demokratî