Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê bû betlaneya fermî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bû betlaneya fermî.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek bi hejmara 9’an derxist û diyar kir wê êdî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê roja betlaneyê be.

Naveroka biryarnameyê wiha ye:

“Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Roja 1`ê Gulanê betlaneya fermî ye, tenê saziyên ku divê erkên xwe bidomînin, ji vê biryarê tên îstîsnakirin.”